Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Baxozê bi dehan çete hatin kuştin

Operasyona şervanên HSD’ê ya li Baxozê berdewam dike. Hat zanîn ku di çarçoveya şer û pevçûnan de 4 jê çeteyên xwekuj, bi dehan çete hatine kuştin û şer didome

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî rizgarkirina bi hezaran sivîlên ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve weke mertalên zindî tên bikaranîn û teslîmbûna bi hezaran çeteyan, li dijî gundê Baxozê operasyon da destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî, şervanên HSD’ê ber bi kampa ku çeteyan zarok û malbat weke mertalên zindî bikar dianîn ve pêş ve diçin. Hat zanîn ku 4 jê çeteyên ku êrîşên xwekujiye pêk anîn, bi dehan çete hatine kuştin.

Bi kontrol pêşve diçin

Çavkaniyên HSD’ê ragihand ku di şer de şervanekê HSD’ê jî şehîd bû û 4 şervan jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku balafirên koalîsyonê jî ji sibê ve li gelek deveran êrîş pêk anîn. Çavkaniyên HSD’ê ragihand ku li herêmê pir mayîn hatine danîn û ji bo ku windahî çênebin, hêzên wan hêdî û bi kontrol pêşde diçin.

Bi dehhezaran kes ji Baxozê hatin derxistin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên HSD’ê di roja yekşemê saetên piştî nîvro de dest bi operasyona dawî kiribû. Di rojên dawî de piranî jê biyaniyên ji welatên cuda, bi hezaran çete tevî malbatên xwe teslîmî HSD’ê bûn. Ji serê meha kanûnê û vir ve nêzî 59 hezar kes ji herêmê hatine veguhestin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar