Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Salı - 22 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Li Bazîdê 8 dagirker hatin kuştin û li Çelêyê jî 2 kozik hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyeke xurt kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê wiha ne:

28’ê tebaxê saet di 00:00 de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li qadeke navbera qereqolên Serêkaniyê û Girberanayê, yekîneyeke artêşa tirk a dagirker ku kemîn danîbû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. 29’ê tebaxê saet di 05:00 de yekîneya dijmin bi piştgiriya balafirên keşfê kete nava liv û tevgerê. Hêzên me ji cihekî ku bi 5 metreyan nêz bû, derbên giran li yekîneya dijmin xistin. Dagirkerên ku gelek kuştiyên wan çêbûn, piştî vê derba giran ketin nava panîkê û ji herêmê reviyan.

Di vê çalakiyê de ku derba di cih de li yekîneya dijmin hate xistin, bi giştî 8 leşkerên dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû.

Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û şewata ku ji ber bombardûmanê derket hîn jî dewam dike.

Ev operasyon 29’ê tebaxê saet di 11:00 de bi desteka balafirên keşfê ji herêmê vekişiya. Artêşa tirk a dagirker hîn jî li herêmê kemînan datîne.

Dagirker windahiyên xwe aşkera nakin

Dewleta tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet, nûçeyên derewîn derbas kir ku tê de îdîa kir tenê 2 kuştiyên wan di vî şerî de hene û hejmara rastî ji raya giştî veşart. Daxuyaniyên dewleta tirk a dagirker û nûçeyên ku diweşînin di çarçoveya şerê taybet de ne û pêwendiya xwe bi rastiyê nîne.

2 kozikên dijmin hatin îmhakirin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 28’ê tebaxê saet di 19:00 de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li kozikên artêşa tirk a dagirker ê li ser Tepê Girê xistin. Di vê çalakiyê de 2 kozikên dijmin tevî leşkerên dagirker ên tê de hatin îmhakirin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Li Avaşînê ji ber bombardûmanê şewat derket

29’ê tebaxê danê nîvro artêşa tirk a dagirker bi obus û hawan qadên Mawata, Dirê û Geliyê Basya yên herêma Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di encama bombardûmanê de şewat li qadê derket û hîn jî dewam dike.

Nasmaneya gerîlaya li Zapê şehîd bû

Di daxuyaniya xwe ya 27’ê tebaxa 2020’an de me ragihandibû ku 18’ê tebaxê li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê ji ber êrîşa hewayî ya artêşa tirk a dagirker hevala me Şîla şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya bi lehengî şer kir û şehîd bû wiha ne:

 

Nasnav: Şîlan Koçer

Nav paşnav: Hiyam Kasim

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Dayik-Bav: Ayşe-Nûh

Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2020 / Zap

Hevrêya me Şîlan ku sala 1993’yan li Dêrikê ji dayik bû, li nava malbateke dilsozê nirxên kurdistanî mezin bû. Hevrê Şîlan ku şahidî ji Şoreşa Rojava re kir û bi rengekî çalak tev li bû, her tim zanîbû ku rêya azadiya Kurdistanê bi têkoşîna bênavber dibe û sala 2018’an ji Rojava tev li nava refên gerîla bû. Bi jiyana xwe, sekn û tevlibûna xwe bû nûnera xeta milîtan a pêşeng. Ji bo di xeta gerîlayên serketinê yên Modernîteya Demokratîk de bibe pispor, her tim di nava kûrbûneke xurt de bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Şîlan a şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar