![](https://rojnameyawelat5.com/wp-content/uploads/2023/04/agr-19-04-2023-yesil-sol-parti-agiri-aday-tanitimi-bazid2-2500x1404.jpg)
Sirri Sakik ku li vir axivî, destnîşan kir ku daxwaza gel aştî, azadî û demokrasî ye û got: “Em li vir bang li Enqereyê dikin; ‘Em ne şer, em aştiyê dixwazin.’ Em ê vî dengê we bibin Enqereyê.”
Sakik di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku ew ketine sedsaleke nû û got: “Em dikevin sedsaleke nû. Sedsala borî zilmeke mezin li gelê kurd hat kirin. Me li vê axê rojên pir êşbar dîtin. Li çar aliyên erdnîgariya kurdan polîtîkayên înkar, îmha û pişaftinê hatin pêkanîn. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Em ê di 14’ê Gulana 2023’yan de bi 4 parlementeran biçin meclisê. Em dixwazin hemû kesên di zindanan de azad bibin. Birêz Ocalan jî, Selahattîn Demîrtaş jî, Fîgen Yuksekdag jî, divê hemû hevalên me azad bibin.”
Gava Sakik navê Rêberê PKK’ê bilêv kir, girseyê demekê li ser hev dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.