Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 4 Haziran 2025

Li ber HES’a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn

Li Çemê Zorê tê xwestin ku HES bê çêkirin. Şêniyên herêmê ji ber ku dê HES xwezaya wan û çavkaniyên wan ên debarê talan bike, dixwazin bê betalkirin û ji bo vê serî li Midûriyeta Îdareya Taybet a Îmarê û Başkirina Bajêr a Êlihê dan

Tê xwestin ku li Çemê Zorê yê di navbera gundê Herîvê yê navçeya Sason a Êlihê û gundê Xweşika yê navçeya Pasûr a Amedê de Santrala Hîdroelektrîkê (HES) bê çêkirin. Şêniyên gundê Herîvê û Xweşika ji bo biryara Meclîsa Giştî ya Êlihê ku xwestiye santral bê çêkirin, serlêdana îtirazê kiribûn. Di 19’ê Mijdara 2020’an de li ser navê gundiyan Ridvan Çîçek ji bo îtirazê serlêdan kir.

Di daxwaznameya îtirazê de hatiye destnîşankirin ku HES zirareke mezin didin ekolojiyê û bal kişandine ser herêma Sasonê ku herêma erdhejê ye. Gundiyan di daxwaznameyê de gotiye: “Hem rêya ku bê çêkirin hem jî bendav, wê bandoreke mezin li axê bike. Bi vê re dê rageşiyên tektonîk jî rû bidin û ev jî dê bibe sedema erdhejê. Wê herêma Sasonê di warê sîsmîk de çalak bibe. Lewma HES’a ku dê bê çêkirin, dê zirareke mezin bide herêmê.”

Şêniyên gund di daxwaznameya xwe de destnîşan kirine ku heger HES bê çêkirin hem dê xwezaya wan hem jî dê çavkaniyên wan ên debarê tune bibin û gotine: “Lewma em şêniyên gund, keya û rêxistinên civaka sivîl û hawirdorparêz li dijî vê projeya bendavê ne. Em şêniyên gund û keyayên gundan me îmzeyên ku berhev kiribûn dabûn Walîtiya Amedê, DSÎ ya Amedê, Walîtiya Êlihê, Îdareya Taybet a Bajêr, Meclîsa Giştî ya Bajêr û Komeleya Dilxwazên Hawirdora Êlihê.”

Gundiyan destnîşan kiriye ku dê ev bandorên neyînî yên projeyê tenê sîrayetî herêma Sasonê nekin û gotine: “Dê bandorê li herêma Amedê jî bike. Lewma biryara hatiye girtin di warê hiqûqî de biryareke seqet e.”

ÊLIH / Fethî Balaman

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar