Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Li Berwarî û Kanî Masî zextên PDK’ê zêde bûn

PDK zextên xwe yên li Berwarî û Kanî Masiyê zêde kirin, PDK nehêle ku gel biçe ser erd û bexçayên xwe

PDK her ku diçe zext û zordariya li ser Berwarî û Kanî Masiyê zêdetir dike, van rojên dawî PDK’ê li herêmê 3 cihên kontrolê danîn, hêzên nû bi ser herêmê de şandin. PDK qîma xwe bi vê jî neanî herî dawî nahêle ku gelê herêmê bi rehetî biçe ser erd û zevî û baxçeyên xwe.

Li gorî nûçeya Ajansa ANF’ê ku agahiyên ji xwecihan girtî, hêzên PDK’ê hemû wesayitên sivîl kontrol dike, demeke dirêj wan dide sekinandin. PDK her wiha nahêle ku gel biçe ser erd û zeviyên xwe, li Kanî Masiyê ji saet 7’ên êvarî heta bi 7’ê sibehê çûnûhatin qedexe kiriye.

Gelê herêmê dibêje saetên navborî balafirên keşfê yên tirk li ser herêmê difirin, biryara qedexeyê encama hevkariya PDK û dewleta tirk e. K.F yê ji Berwarî helwesta diyar kir k zext û zordariyên PDK’ê van demên dawî zêde bûne.

K.F diyar kir ku kirinên dawî yên PDK’ê li herêmê rê li rageşiyê vedike û wiha got: ‘”Em PDK’ê ku ne tenê dijî gerîla li dijî gelê herêmê jî siyaseta neçê dike, şermezar dikin. Tiştekî jê normaltir nîne ku li ser xaka xwe bi rehetî biçin û bên lê PDK vê asteng dike.”

Kesê navborî li ser îdîaya ‘PKK nahêle gelê herêmê biçe ser xaka’ , got ku ev ne rast e, neheqiyek tê kirin û wiha got: “Ji ber ku ya ku nahêle em li ser xaka xwe biçin û bên PDK bixwe ye. Heke PDK wiha bidomîne, wê helwesta gel tund bibe û protestoyên girseyî bibin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar