Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li beşa nexweşiyên jinan tenê bijîşkek heye

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, pirsname da meclisê û diyar kir ku ji hezîranê heta niha li Polîklinîka Zayîn û Nexweşiyên Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tenê bijîşkek heye

Parlamentera HDP’e ya Mêrdînê Ebru Gunay, têkildarî rewşa nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û nebesiya bijîşkan pirsname da meclisê.

Gunay, diyar kir ku ji Hezîranê heta niha li Polîklinîka Zayîn û Nexweşiyên Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tenê bijîşkek heye û wiha got: “Ji ber tenê bijîşkek heye û hêjmara nexweşan zêde ye, kesên nexweş dikevin neçar dimînin biçin bajarên din.” Gunay, sedema vê yekê ji meclîsê pirsî û xwest Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca pirsên wê bibersivîne û ev pirs pirsîn:

-Ji hezîranê heta niha li Polîklinîka Zayîn û Nexweşiyên Jinan a Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tenê bijîşkek heye. Agahiya we ji vê yekê heye ya na?

-Ev polîklînîka herî zêde nexweşên wê pir in, ji ber kîjan sedemê bijîşk nayên peywirdarkirin?

-Ji ber li vê beşê tenê bijîşkek heye nexweş neçar dimnin biçin Mêrdîn an jî nexweşxaneyên din. Bi vê yekê mafê mirovan ên tenduristiyê nayê binpekirin?

-Ji bo ev mexdûriyeta mirovan bi dawî bibe projeyên we çi ne?

-Ji ber li vê polîklînîka nexweş zêde bijîşkek bi tenê çiqas dikare têr bike an jî çiqas dikare baş muayene bike û xizmeta tenduristiyê bide?

-Ji xeynî Mêrdînê li hemû bajarên Tirkiyeyê nexweşxaneyên lêkolîn û perwerdehiyê hene. Ji ber vê yekê divê di bin banê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê de nexweşxaneyek lêkolîn û perwerdehiyê bê avakirin. Di vê mijarê de xebatên wezareta we çine? MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar