Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Brezîlyayê zêdetirî 50 hezar kes bi şewba koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Şewba vîrîsa koronayê (Covîd-19) li seranserî cîhanê her ku diçe bêhtir belav dibe. Yek ji welatên ku herî zêde ji şewbê bibandor bûyî jî Brezîlya ye. Têkildarî mijarê Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di roja yekşemê de agahî dan û da zanîn ku li temamiya welat zêdetirî 50 hezar kes bi şewba koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha li gorî daneyan, di nava 24 saetên dawî de 641 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Li gorî malpera Worldmeterê li Brezîlyayê, 50 hezar û 659 kes ji ber şewba koronayê mirin e. Brezîlya ku bûye navenda nû ya Covîd-19’ê, ji aliyê qurbaniyan ve piştî DYA’yê di rêza duyemîn de ye.

Li Brezîlyayê derdora milyonek û 87 hezar mirov kes bi vîrûsê ketine. Lê belê tê gotin ku bîlançoya rastî ji vê girantir e. Li vî welatî ku nifûsa xwe 212 milyon mirov e, di mijara testên Covîd-19’ê de pirsgirêkên cidî hene. Lê ji vê jî xerabtir, Jaîro Bolsonaro li ser vî welatî ye. Serokomarê rastgirê tund, ji destpêkê ve krîza tenduristiyê biçûk dibîne û bang li gel dike ku ji mala xwe derkeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar