Li çar aliyên Serêkaniyê di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de şerekî giran diqewime. Hat zanîn ku di şer de gelek çete û leşker hatine kuştin û ji ber bikaranîna çekên qedexekirî jî rewşa sivîlan di talûkeyê de ye
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Serêkaniyê êrîşeke dijwar pêk tînin. Hat zanîn ku hêzên dagirker ji çar aliyên bajar ve dixwazin bikevin Serêkaniyê û di êrîşan de balafirên şer, topên hewan û obûsan, fuzeyên katyûşayê û gelek çekên giran bi kar tînin.
Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, artêşa tirk a dagirker û çetyeên wê li aliyê deriyê sînor, li taxên Meheta, Sînaa û rêya giştî ya bajêr hewl didin bikevin bajar. Hat ragihandin ku li her çar eniyan jî şerekî dijwar heye û dewleta tirk van herêman bênavber bombebaran û topbaran dike.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku şervanên HSD’ê bersivên tund didin hêzên dagirker. Çavkaniyan got ku di bersivên şervanan de heta niha gelek çete û leşker hatine kuştin. Di heman demê de balafirên artêşa dagirker jî bi koordîneya balafirên keşfê bajêr bombebaran dikin.
Hat zanîn ku ji ber bikaranîna çekên qedexekirî, rewşa gelek sivîlên di bajar de di xetereyê de ye. SERÊKANIYÊ