Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Çewlikê qirkirina siyasî: 9 kes hatin binçavkirin

Polîsên AKP-MHP’ê îro li Çewlikê bi ser avahiya HDP’ê ya navendê û bi ser malên gelek HDP’iyan de girt. Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de herî kêm 9 kes hatine binçavkirin û serdegirtina polîsan a li Çewlikê jî berdewam e

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî siyasetmedarên kurd didome. Di vê çarçoveyê de polîsan li Çewlikê di danê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlikê û malên gelek HDP’iyan de girt. Di dema serdegirtina avahiya HDP’ê de polîsan gelek ewraqên partiyê desteser kirin.

Polîsên dewleta tirk di heman demê de hem li navend û hem jî li navçeya Bongilanê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de 4 kes li navçeya Bongilanê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de, bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. Endamên Meclisa Ciwanan ên HDP’ê Firat Bûlût li mala xwe û Mehmet Nûrî Mert jî li kargeha xwe hate binçavkirin.

Sedema binçavkirinan nehat zanîn

Li gorî agahiyan, polîsan bi ser mala hevserokê HDP’ê yê navçeyê Zeynel Barlas de jî girt. Lê ji ber ku Barlas li malê nebû, nehat binçavkirin. Hat zanîn ku serdegirtinên malan ên li Çewlikê didomin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. Kesên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Polîsn a Çewligê hatin kirin. Sedema serdegirtina malan û binçavkirinan de tu agahî nehatin girtin.

Êrîşên tolhildanê

Têkildarî serdegirtin û binçavkirinan  de hevserokê HDP’ê yê Çewlikê Veysel Kaya axivî. Kaya got ku ji ber ku polîs ji xebatkarên partiyê acizin, biryara lêgerinê derxistine. Kaya anî zi man ku wan bi demokrasî û pir dengiyê qesr tengav kiriye û AKP dixwaze tola xwe ji HDP’iyan hilîne. ÇEWLIK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar