Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li çiyayên rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiya 8’ê Adarê

Gerîlayên rojhilatê Kurdistanê û gel bi hev re li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê pîroz kirin

Gerîlayên rojhilatê Kurdistanê û gel bi hev re li çiyayên Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan dest pê kir.

Piştre li ser navê Komalgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwane Sine axivî. Sine di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em 8’ê Adarê di serî de li mîmarê azadiyê Rêber Apo, li jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û li jinên ku di zindanan de bûne sembola berxwedanê, pîroz dikin. Jin ji bo bikarin deynê xwe yê ji bo Rêber Apo bidin ê ku jin ji koletiyê rizgar kir û rêya azadiyê nîşanî wê daye, divê 8’ê Adarê di rojekê de bi sînor nekin, ji bo azadiyê divê her rojê bikin 8’ê Adarê.”

Di pîrozbahiyê de şanoya bi navê ‘Mehkemeya Dîrokî’ ku ji aliyê gerîlayên jin hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin. Her wiha gerîlayên jin dansa Xwedewanda Anahîta jî pêşkêş kirin.

Koma Kevana Zêrîn a Rojhilatê Kurdistanê bi stranên xwe coşeke mezin dan pîrozbahiyê û bi koma govendê re coşa şahiyê zêdetir bû. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. ŞAHO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar