Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Li Cizîrê derî hatin şikandin û îşkence hat kirin

Li Cizîrê di operasyonên qirkirina siyasî de îşkence hate kirin. Di serdegirtinan de derî hatin şikandin, kincên neteweyî hatin desteserkirin. Her wiha hevdîtina girtiyan a bi parêzeran hat qedexekirin

Polîsên tîmên taybet ên Tirk doh serê sibehê avêtibûn ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê û malan û di dema serdegirtinan de derî û pace şikandibûn. Li navçeyê di serdegirtinê de pirtûk, kompûter û dolab hatin belavkirin.

Li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr û gundê Dîrseklkî di serdegirtina malan de Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Mesût Nart, dayika rêvebera HDP’ê ya Navçeyê Yasemîn Çikmaz a li jêrzemînên Cizîrê hate qetilkirin Esmer Çikmaz, Osman Kuçuk, Marûf Elîş, Şerîf Elçeoglû, Bûrhan Dalmiş, Ahmet Benzer, Zelîha Yardak û Alî Ogûr hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û 24 saetan qedexe li ser wan hate danîn ku nikaribin parêzeran bibînin.

Di serdegirtina mala Ahmet Benzer de kincên neteweyî yên kurê wî û flama hatin desteserkirin. Di serdegirtina mal Bûrhan Dalmiş de jî tundî li dayika wî Behiye Dalmiş kirin. Hat ragihandin polîsan pihîn li pişta Dalmiş xistin û îşkence lê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar