Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Colemêrgê bijîşkeke nîjadperest!

Derket holê ku bijîşkeke servîsa welidandinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê xwestiye pitikên bi sedan jinên ducanî ji ber wan bike.

Malbatan diyar kirin ku bijîşkek jin a di servîsa welidandinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê dixebite, ji sedan jinên ducanî re gotiye ‘Pitika we astengdar e, divê em ji ber bikin’ gotin ku bijîşka jin ji ber ku nijadperest e, xwestiye pitikan ji ber jinan bike.

Ligel ku malbatan gilî kirin jî derbarê wê tu lêpirsîn nehate destpêkirin û bijîşk li cihekî din hate wezîfedarkirin.

Ji ber ku vê bijîşka jin bi jinên ducarî re gotibû ‘Pitika we astengdar e, divê em ji ber bikin’ gelek jinan serî li nexweşxaneyên Wanê dabûn. Piştî muayeneyên li Wanê derketibû holê ku pitik ne astengdar in.

‘Ne bijîşk e kujer e’

Zilamekî wisa qala vê bûyerê kir: “Hevjîna min 4 mehî bû û me ew bir servîsa zayînê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Bijîşka li wir got, pitika we astengdar e, ji ber vê jî me ew bir Wanê. Di muayeneyan de derket holê ku pitika me ne astengdar e. Zaroka me niha bûye 4 salî û li ser xwe ye. Em dizanin ku vê bijîşkê bi qestî gotiye ku pitika we astengdar e. Armanca wê kuştina zarokên me bû. Ew ne bijîşk e, kujer e.”

Jineke din jî qala bûyereke wisa kir û wih got:” “Vê bijîşka jin ji min re jî got ku divê em pitikê ji ber te bikin. Lê zaroka me bêyî nexweşî hate dinyayê. Ev ne bijîşk e, ev keseke nîjadperest e. Dixwest zarokên me bikuje. Li Colemêrgê malbatên mexdûr ên wekî me hene, me gilî kir lê tu encam derneket. Ji ber gilîyên me bijîşk xelat kirin û ew şandin bajarekî din.” COLEMÊRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar