Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Dêrikê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

QAMIŞLO |

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Kongreya Star, ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan herikîn Qada Azadî û beşdarî meşê bûn.

Di meşê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê endamê rêveber Îbrahîm Feqe axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê nekarî û nikare vîna gelê kurd ku di oxira azadî, rûmet û parastina çand û axa dîrokê de ciwanên pîroz dane, bişikîne. Hêzên li her çar parçeyên Kurdistanê destanên leheng, bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinivîsînin, ji lewre sozê didin hêzên xwe ku piştevanî û piştgiriyê heta pêkanîna serkeftinê pêşkêş bikin.”

Li aliyekî din jî bi navê Yekitiya Jinan a Ciwan Azî Berçem jî ev tişt anî ziman: “Di vê merheleya dîrokî de ku herêmên me rastî kirêtirîn komkujiyên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bakurê Kurdistanê tên, divê em yekitiya xwe xurt bikin û li dora hêzên xwe yên ku li hember hovanetirîn hêzên terorîst şer dikin, bin ku sûc li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk anîne. Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan dê têkoşîn û berxwedana xwe li hember dagirker û rêxistinên terorî ku hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin, bilind bikin.”

Her wiha xwepêşandan bi stranên şoreşgerî, tilîliyên dayik û dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar