Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn

Li Dêrsim û Erziromê daxuyanî hatin dayîn û êrişên li ser axa başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê ya li dijî axa başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li bajarên Dêrsimê û Erziromê yên bakurê Kurdistanê li dijî şer nerazîbûn hat nîşandan.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û şerê li ser axa Başûr şermezar kir. Hevserokê HDP’a Dêrsimê Ferhat Yildiz beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku îktidara AKP’ê carek din welat kişand nava şer û ew ê jî li dijî şer aştiyê biparêzin.

Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz li ser navê Platformê daxuyanî xwend û anî ziman ku êrişên li dijî axa başûrê Kurdistanê tên kirin li dijî destkeftiyên gelê kurd in û wê gelê kurd di vî şerî de dê bi ser bikeve û dê ew ê her tim li dijî şer têbikoşin.

HDP’a Bajarê Erziromê jî li ber avahiya daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî şer da. Hevserokê HDP’a Erziromê Muammer Duman daxuyanî xwend û anî ziman ku hemû aborî û çavkaniya welat ji bo polîtîkayên şer ên AKP’ê tên xerckirin. Duman destnîşan kir ku di bingeha hemû krîzan de pirsgirêka kurd heye û ev îktidara AKP’ê ya ku şer bi rê ve dibe, nijadperestiyê dike di nava hesabek şaş û xapandinekê de ye. Duman got AKP ku daxwazên gel nabîne wê di hilbijartinê de hesab bide gel.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar