Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Derya Spî herî kêm 20 koçber xeniqîn

Tê gotin ku herî kêm 20 koçberên ji Fasê berê xwe dan Îspanyayê li Derya Spî xeniqîne

Li gorî agahiyên ji yekîneyên ewlekarî û rizgarkirinê yên peravê Îspanyayê hatin wergirtin, keştiya ku nêzî 50 koçber tê de bûn û ji Fasê berê xwe dan Îspanyayê li Derya Spî winda bû.

Hate ragihandin ku keştiyeke bar a ber bi bendergeha Motril a Îspanyayê ve diçû bi keştiya koçberan hesiya û 27 koçberên tê de rizgar kir. Lê belê rayedarên îspanî dibêjin herî kêm 49 koçber di keştiyê de bûn û 20 heta 22 ji wan winda ne.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, ji 1’ê çileyê û vir ve herî kêm 569 koçber li Derya Spî winda bûn. Cenazeyê kêm ji wan hate dîtin. Ji kesên winda bûn û jiyana xwe ji dest dan 173 li ser rêya Îspanyayê jiyana xwe ji dest dan. MADRÎD

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar