Rêyên şaş dernakevin rastiyê

Desthilata AKP'ê şareradiyên DEM Partiyê, yek bi yek dagir dike. Di nava 11 mehan de, AKP'ê bi rêya daraza xwe dest danî ser 12...

Rêber Apo gelê Kurd ji bo cîhana nû hazir dike

Serdestên cîhanê careke din hewildidin cihanê li gor berjewendiyên Modernîteya Kapîtalîst dizayn bikin. Wekî sedsal berê îroj konferans, civîn û peymanên wekî Lozan, Sykes-Picot...

Çarşamba - 26 Şubat 2025

Li dijî avahiya HDP’ê ya Stenbolê êrîşa çekdarî

HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesekî ‘nenas’ îro ber bi danê êvarê ve bi çekan êrîşî avahiya partiya wan a Stenbolê kir. Hat zanîn ku êrîşkar piştî êrîşê jî xwe spart polîsan

Komîsyona Çapemeniyê ya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku îro saet di 15:00’an de li dijî avahiya HDP’ê ya Stenbolê ji aliyê kesên nenas ve êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê, 7 caran gule li avahiyê hatiye reşandin. Hate ragihandin ku bi şensê tiştek bi kesî nehatiyê û der barê bûyerê de lêkolînê dest pê kiriye. Li gorî agahiyan, êrîşkar piştre xwe spartiya Gerînendetiya Emniyetê ya li Beyogluyê ya li heman kolanê. Hate ragihandin ku êrîşkar li avahiya emniyetê ye.

Bi berdewamî jî HDP’ê di daxuyaniyê de ev tişt destnîşan kir: “Bi destê çeteyan li dijî avahiyên me yên partiyê gelek caran êrîşên bi vî rengî hatin kirin. Bi rêya van êrîşan tê xwestin ku rêveber, endamên partiyê û gelê me bitirsînin. Li dijî êrîşên faşîst û çeteyan em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk bînin ziman.”

Hat ragihandin ku dê bi vê armancê saet di 16:30’an de parlamenter, rêveber û gel li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar