Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Li dijî bêdengiyê dayik li ser piyan e

Xizmên girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin û daxuyaniya wan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, li ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li Gebzeyê jî malbatên xwestin biçin ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze û bibin dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, rastî ablûkeya polîsan hatin û polîsan nehiştin li wesayîtên xwe siwar bibin

Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, ji bo ku bibin dengê zarokên xwe xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên dayik û malbat asteng kirin, bi lêdanê li otobusun şaredariyê siwar kirin û anîn ber Komeleya Meclisa Dayikên Aştiyê ya li navçeya Rezanê. Polîsan li vê derê jî malbat kirinê çemberê. Malbat û dayikan li ser vê yekê li ber avahiya Meclisa Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Malbat li Gebze yê jî rastî astengiya polîsan hatin

Malbatên girtiyên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, ji 9’ê nîsanê ve hewl didin biçin ber girtîgehê û bibin dengê zarokên xwe. Lê ev 16 rojin malbat ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin û derp kirin. Parlementerên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Ayşe Surucu û malbatên girtiyan xwestin biçin ber girtîgehê. Malbatên kîlometreyek dûrî avahiya HDP’ê ya Gebzê kom bûn, xwestin ji vir biçin ber girtîgeha Gebzêyê lê rastî astengiya polîsan hatin. Malbatan xwestin li wesayîtên xwe siwar bibin û biçin ber girtîgehê. Lê polîsan ji malbat re gotin “Ger hûn li wesayîtên xwe siyar bibin, em ê wesayîtê we girê bidin.” Ligel vê jî malbatan xwestin li wesayîtên xwe sîwar bibin. Polîsan li ser vê malbat dorpêç kirin.  Rojnamegerên xwestin malbatan bikişînin rastî astengiyên polîsan hatin û polîsan bi  gotinan parlementer û malbat tacîz kirin. Malbatên heya demekê di dorpêça polîsan de man, ji bo ku hevdîtinê bi Walîtiya Kocaelî re bike, ji qadê veqetiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar