Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li dijî cezayê davekirina Pexşan û Werîşê bi wêrek hewlestê raber bikin

Diyarî Fereydûn diyar kir ku rejîma Îranê bi darvekirina jinên Kurd nagihe armanca xwe û got: “Divê her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî helwesteke wêrek raber bikin.”

Rejîma Îranê di van demên dawî de cezayê darvekirinê li jin û gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibire. Cezayê darvekirinê ya Pexşan EzîzîdDi 8’ê meha Çileyê de hat pesendkirin. Ji ber vê yekê ev biryar li hundir û derveyî welat, li Rojhilata Navîn û cîhanê li rastî bertekên mezin hat û banga betalkirina cezayê darvekirinê tê kirin. Li ser vê mijarê Çalakvana Mafên Jinan Diyarî Fereydûn ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Diyarî Fereydûn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê û got: “Jinên Rojhilatê Kurdistanê berî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di rewşeke dijwar de bûn ku ji ber sepandina komek qanûn û rêzikan mafên wan hatibûn standin, lê piştî serhildanê û şehîdbûna Jîna Emînî jin bi lehengî, bi wêrekî li hemberî zilm, zordariyê rawestiyan û di vê riyê de çend jinên din jî şehîd bûn.”

Herwiha Fereydûn got: “Desthilatdarên Îranê bi awayên din wek girtina jinan, zindanîkirin, darvekirin bi hincetên civakî û siyasî û aborî tundûtijiyên xwe li ser jinan zêde kirine. Sedema vê jî vedigere ser wê siyaseta ku ji bo tepeserkirina çalakvanan, nerazîbûnên çalakvanan, her wisa ji bo tirsandina jinên Rojhilat û bêdengkirina dengê jinan. Lê jinên têkoşer, çalakvan di kar û xebatên xwe de berdewamin û li dijî wan radiwestin.”

Diyarî Fereydûn tekez kir ku Pexşan Ezîzî yek ji jinên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi hincetekê ji aliyê Îranê ve biryara darvekirinê li ser hatiye sepandin û dixwazin bi vî rengî serhildana jinan biçewisînin. Di dewamê de got; “Her çend bi hezaran jin zêdetir ji berê û bi coşeke mezin li her çar parçeyên Kurdistanê di şoreş û xebatên xwe de berdewam û çalakin, lewma bi darvekirina jinên Kurd serkeftî nabin.”

Di dewamê de çalakvana mafên jinan got; “Divê her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî helwesteke wêrek raber bikin. Ji ber ku ev jin tenê peyama jinan gihandine, armanca wan hişyarkirina jinan bû. Partiyên siyasî bi hişmendiya mêrsalarî asteng dikin ku helwest li dijî darvekirina van her du jinên Kurd were girtin. Lê dengê çalakvanan û rêxistinan girînge û tu berjewendî li pişt wan tune ye. Divê em dengê wan bigihînin Netewên Yekbûyî û ji bo raya giştî zelal bikin ku bêsûcin û divê werin azadkirin.”

Çalakvana Mafên Jinan Diyarî Fereydûn di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Divê em jin bi xwe mafên xwe bi dest bixin, hewl bidin û di navendên biryardana jiyana xwe de bin. Her dem jin dilovan bûne lê bi zindanîkirin û sînordanîn û êşandin bersiva wan hatiye dayîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar