Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li dijî dagirkerî û kuştina jinan kampanya

Ji aliyê jinên aktîvîst û siyasetmedar ve kampanyaya ‘Li dijî dagikeriyê û kuştina jinan bêdengiyên bişikine’ hate ragihandin. Her wiha bang li tevahiya jinan hate kirin ku li dijî kuştina jinan bêdengiyê bişikînin û li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin

Li Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Erfan a Silêmaniyê ji aliyê jinên aktîvîst û siyasetmedar ve kampanyaya ‘Li dijî dagikeriyê û kuştina jinan bêdengiyên bişikîne’ bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Mamosta û endama kampanyayê Bêxal Namîq daxuyanî xwend û wiha got: “Aşkera ku pirsgirêkên civakî kûr in. Heta pirsgirêk gihîştine asta krîzê. Krîza siyasî, aborî, civakî û firkî wiha kiriye ku civak bêhêvî bibe û hêvî ji bo çareserkirin û guhertina nemîne. Li gorî me pirsgirêka sereke dagirkeriya dewletan a li ser xaka me ye. Êrîş û bombebaran, koçberî û komkujiya welatiyan û komkujiyên jinan in. “

Namîq diyar kir ku hemû pirsgirêkên heyî girêdayî hev in û wiha domand: “Ger bi kurahî temaşe bikin, tevahiya desthilatên dagirker ji bo temenê dagirkeriya xwe dirêj bikin, kar li ser çewsandin civakê dikin. Di encama êrîşên leşkerî û bombebarankirina xaka û mirovan de yên baca yekem didin jin in. Em ji rewşenbîr, ragihandin, hunermend û welatparêzan û kesên xwedî wijdan, azad û demokrat û bi taybet hemû jinan re dibêjin ku pirsgirêka dagirkeriyê û pirsgirêkên jinan du mijarên girêdayî hev in. Ger dagirkerî nemîne wê dawî li kuştina jinan jî were. Ger kuştina jinan û hemû cureyên tundiyê di nava civakê de nemîne, wê îradeya siyasî û serbixwe li Kurdistanê çêbibe û dawî li dagirkeriyê were. Em bang li her kesê dikin ku vê kampanyayê weke kampanyaya xwe bibînin û kar ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bikin.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de armanca kampanyayê wiha hatin rêzkirin:

-Li dijî dagirkeriyê û kuştina jinan rêveberina pêngava hişyarkirinê.

-Ji bo zext ji ser aliyên peywendîdar were kirin lidarxistina çalakiyên demokratîk û medenî. Ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê şikandina bêdengiyê û pêşxistina aştiya di nava mala kurdan de.

-Rêveberiya pêngava çandî û hunerî, çalakiyên demokratîk li dijî hemû diramayên biyanî. Pêşxistina çand û hunera resena kurdî û pêşxistin hevjiyana azad.

-Bi rêya pêngava yasayî ya xwebexşane şopandina dosyayên kuştin, şewitandin û hemû tundiyên li ser jinan. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar