Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li dijî dagirkeriyê banga xwepêşandan û boykotkirina kel û pelê tirk

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê dewam dike. Roj bi roj ji bilî hikûmet û hizbên siyasî, nerazîbûna xelkê sivîl a li hemberî dagirkeriyê zêde dibe. Xelkê navçeya Kelarê ya ser Germiyanê li ser dagirkeriyê axivîn û dijî dagirkeriyê banga xwepêşandan û boykota kel û pelê tirkî kirin.

Welatiyê bi navê Fazil Ehmed diyar kir ku dewleta tirk bi awayek lezgîn dikeve nava xaka Başûr, dagir dike û anî ziman ku dewleta tirk êdî bi aşkera destê xwe xistiye nava jiyana siyasî û aboriya herêmê û wiha got: “Gelek caran li Kelarê dijî dagirkeriyê xwepêşandan çêbûn û ev nerazîbun bi bandor in. Divê nerazîbûna hemberî dagirkeriya tirk berfireh bibe û gel dakeve kolanan. Gel divê dengê xwe bigihîne konsolxaneyan û herkes tev li xwepêşandanan bibin. Ji ber ku bêdengî wê ne di xizmeta doza gelê kurd de be. Pêwîst e kel û pêlê tirk jî werin boykotkirin.”

Derbarê heman mijarê de welatiyê bi navê Eyad Mihemed jî nêrînên xwe anî ziman. Eyad balkişand ser çewisandina xelkê Başûr û ev tişt anî ziman: “Divê em bizanin, gelê Başûr du caran tê çewisandin. Yek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ya din jî dagirkeriya dewleta tirk e. Hikûmet û desthilata kurdî li şûna ku dijî dagirkeriyê derkevin, binke û baregehan zêde dike. Êdî bi xwe bûne amûrek a bicihanîna planên dagirkeriyê.” KELAR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar