Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 1 Ağustos 2025

Li dijî dagirkeriyê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê

Li Zapê di çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê de 3 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin û çeperek jî hat rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

1’ê Hezîranê saet di 14:30’î de li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê, li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Di çepera ku bû hedefa çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeper jî bi temamî hate rûxandin. Piştre jî kameraya mobesse hate îmhakirin.

Dewleta tirk a dagirker herêmên Avaşîn û Metînayê bi balafir û helîkopterên şer bombe kir. Di heman demê de bi helîkopteran dagirkerên li herêmê guhertin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

1’ê Hezîranê saet di navbera 10:00-10:30’î de qadên Girê Sor û Stunê yên herêma Avaşînê hatin bombekirin.

1’ê Hezîranê saet di navbera 21:00-22:20’î de artêşa tirk a dagirker li herêma Avaşînê dagirkerên xwe yên li qadên Şehîd Dilgêş û Şehîd Mûnzûr guhert. Heman rojê saet di navbera 02:30-03:15’an dagirkerên li qada Mamreşo guhert.

1’ê Hezîranê saet di navbera 21:30-22:30’î de qada Koordîne ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê şewat bi derdorê ket.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye. Lê belê ji ber bombardûmana dewleta tirk û êrîşên wan, agir bi gelek herêman ket û şewat hîn jî dewam dike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar