Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Li dijî dagirkeriyê helwesta neteweyî

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi wê re, bi tevlêbûna sazî û rêxistinên kurdan dê di 27’ê tîrmehê de bi navê ‘Dîplomasiya Hevbeş’ komxebatekî pêk bînin û helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç 4 rojan li Berlînê hevdîtin pêk anî û diyar kir ku di 27’ê tîrmehê de dê bi Komxebata Neteweyî re li hemberî dagirkeriya dewleta tirk helwesteke neteweyî diyar bikin.

Koç li Komeleya Civaka Azad a li Berlînê bi nûnerên saziyan û kesên serbixwe re hate ba hev. Koç der barê hevdîtinên 4 rojan de ev tişt anî ziman: “Wekî ku tê zanîn li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn geşedanên mezin pêk hatin. Bi berxwedanên greva birçîbûnê, destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Di 2’yê gulanê de bi Rêber Apo re hevdîtinek hate kirin û Rêber Apo deklarasyoneke ji 7 xalan pêk tê, ji bo raya giştî aşkera kir. Em rêveberên saziyên kurdan jî, em 4 roj in li Berlînê ne. Yek ji armanca me jî ev e ku em deklarasyona Rêber Apo belav bikin û bigihînin gelek derdoran. Li ser vî esasî ronakbîr, nivîskar û nûnerên saziyan ên Tirkiye û Kurdistanê em dicivin û nîqaşan dikin. Em bi gelek siyasetmedar, hunermend, rojnamegerên azadîxwaz, demokrasîxwaz re rûniştin.”

Di dawiyê de jî wiha got: “Wekî tê zanîn dewleta tirk li başûrê Kurdistanê dest bi dagirkeriyê kiriye. Sazî û rêxistinên kurdan jî bi navê ‘Dîplomasiya Hevbeş’ ji bo helwesta neteweyî dê di 27’ê tîrmehê de komxebatekê pêk bînin. Me di hevdîtinan de dît ku li hemberî dagirkeriya başûrê Kurdistanê û hevkarê dagirkeriyê PDK’ê divê helwesteke neteweyî hebe. Di komxebata me ya di 27’ê tîrmehê de em ê helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin.” BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar