Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li dijî ESP û Partiya Çepên Kesk operasyona hilbijartinê hat kirin

Vê carê jî navenda operasyonên qirkirina siyasî li Stenbolê bû. Di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, gelek rêveber û endamên ESP’ê û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.  

Du hefte ji hilbijartinê re man. Operasyonên beriya hilbijartinê jî bênavber didomin. Vê carê jî navenda operasyonê bajarê Stenbolê ye. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 8 bajaran polîsan avêt ser malan. Di serdegirtinên malan de gelek rêveber û endamên ESP, SGDF, Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Ajansa Nûçeyan a Ethayê (ETHA) hatin binçavkirin.

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di nava binçavkiriyan de hene.

Biryara vaşarî û qedexeya hevdîtina parêzeran hat dayîn

Buroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twitterê binçavkirina rêveber û endamên ESP, SKM, SGDF û ETHA’yê ragihand û diyar kir ku biryara veşarî danîne ser dosyeyê û dê parêzer 24 saetan nikaribin hevdîtinê li gel miwekîlên xwe bikin.

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Namoglû Gurbuz, endamê Meclisa Partiyê ya ESP’ê Ûgûr Ok, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Bûrcû Ayyildiz, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim, Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, rojnamevan Serdal Işik, her wiha Leyla Can, Sadrettîn Polat, Selfînaz Goçmen, Hasan Polat, Sînem Çelebî, Kalender Polat, Merve Havali, Bedran Çogaltay, Adnan Ozcan, Ebrar Uz, F. Denîz Kanpolat, Tuncay Yildirim Ozen.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar