Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li dijî nelirêtiya li Başûr di weşana zindî de xwe kuşt!

Welatiyê bi navê Sûphî Abdullah li dijî debara bêedalet û nelirêtiyên li başûrê Kurdistanê, di weşana zindî de xwe kuşt. Di weşana zindî de Abdullah wiha dibêje: “Ji bo ku ez xizmetê ji rêhevalan, kurd û Kurdistanê re bikim, we tu alîkarî neda min.”

Di demên dawî de li başûrê Kurdistanê hejmara kesên bi sedemên civakî, polîtîk û aborî xwe dikujin her ku diçe zêde dibe. Di vê çarçoveyê de li bajarê Akrê yê başûrê Kurdistanê, welatiyê bi navê Sûphî Abdullah li dijî şertên jiyanê yên bê edalet û nelirêtiyê, dawî li jiyana xwe anî.

Sûphî Abdullah ji bo protestokirina debara bê edalet, polîtîkayên şaş û nelirêtiyên li başûrê Kurdistanê, roja sêşemê di weşana zindî de xwe kuşt. Sûphî Abdullah 22 meh in bi tenêya serê xwe li çiyayan dijiya. Abdullah ê ku di nav gel de bi navê Hakîm Goran dihat naskirin, piştî referanduma serxwebûnê ya di 22’yê îlona sala 2017’an, biryar dabû ku êdî bi tenê bijî.

Siyaseta Başûr rexne dikir

Abdullah her tim siyaseta partiyên başûrê Kurdistanê rexne dikir. Li ser medyaya civakî Abdullah di rexneyên xwe de balê dikişîne ser tiştên şaş. Abdullah diyar dike ku referandum di demeke şaş de hatiye kirin û li hemberî îxanet, bêedaletiya debarê û nelirêtiyan nerazîbûna xwe nîşan dide.

Gotinên dawî

Di weşana zindî ya di dawî de jî Abdullah wiha dibêje: “Ji bo ku ez xizmetê ji rêhevalan, kurd û Kurdistanê re bikim, we tu alîkarî nedan min.”  Abdullah li paş wî du pankart û alaya Herêma Kurdistanê ya Federe heye. Abdullah çekê dide ser sînga xwe û xwe dikuje. Hin ciwan piştre xwe digihînin Abdullah lê heta ku digihijinê, Abdullah jiyana xwe ji dest dide. AKRÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar