Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li dijî zextên Iraqê MXDŞ bi rengekî awarte civiya

Rêveberiya navendî ya Iraqê zextên xwe yên li ser Şengalê zêde kir. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi rengekî awarte civiya

Navenda Nûçeyan |

Ji 9’ê Cotmeha 2020’î dema ragihandina lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve, gefa destwerdanê li Şengalê tê xwarin û xelkê Şengalê jî ji hingî ve li ser pêyan e, xwedî li nirxên xwe derdikeve.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, rêveberiya Bexdayê li gel vê yekê jî daxwazên xelkê Şengalê ji nedîtî ve tê û zextên xwe zêde kiriye.

Hate ragihandin ku hêzên Iraqê li xelkê Şengalê ferz dikin ku Asayîşa Êzidxanê ji navenda bajarê Şengalê bê derxistin. Ji ber zêdebûna gef û zextê, Desteya Rêveber a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bi rengekî awarte li hev civiya.

Civîn vê gavê li çapemeniyê girtî pêk tê û tê payîn ku piştî civînê daxuyaniyek bê dayin.

Civîn li binê konê xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê pêk tê ku ev konê berxwedanê beriya 99 rojî hatibû vedan û bi biryardariya xwedîderketina li asayîşê dewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar