Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Edeneyê fûara pirtûkan dest pê kir

Li Edeneyê 12’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê dest pê kir. Fûar dê heta 13’ê çileyê dewam bike û weşanxaneyên Aram û Ava jî beşdarî fûarê dibin. Edîtorê weşanên Aramê Ulaş Guldîken got ku ew hewl  didin xwe bigihînih hemû xwendevanên xwe

Bi hevkariya TUYAP Adana Fûarcilik û Yekitiya Weşangerên Tirkiyeyê îsal cara 12’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê tê lidarxistin. Fûarê îro dest pê kir û dê heta 13’ê mehê dewam bike. Fûar dê di navbera saet 10:00 û 20:00’an de ji bo pirtûkhezan vekirî be.

Îsal 300 weşanxane beşdarî fûarê bûn û her wiha weşanxaneyên Aram û Ava ku pirtûkên kurdî jî çap dikin beşdarî fûarê bûn. Di çarçoveya bernameya fûara pirtûkan de dê panel, gotûbêj, atolye û bernameyên ji bo zarokan bên lidarxistin.

Xwe digihînin xwendevanan

Edîtorê weşanên Aramê Ulaş Guldîken têkildarî fûarê agahî da û wiha got: “Heya ji destê me were em dixwazin li her derê xwe bigihînin xwînerên xwe. Ji bo xwegihandina xwîneran, fûar girîng in. Em hevdu nas dikin, dipeyîvin û nîqaş dikin.”

Guldîken destnîşan kir ji bo ku weşanxaneyan şîrove û rexneyên xwendevanan pir girîng in û wiha domand: “Em li ser pirtûk û projeyên ku pêk bên diaxivin. A din jî di rojên wiha tengezar de em hêzê didin hev û ji bo rojên xweştir têdikoşin.”

Guldîken bang li hemû xwendevanan kir ku bên serdana fûarê û wiha bi dawî kir: “Em li vir in û li benda wan in.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar