Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li Efrînê 3 çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên li Efrîn, Ezaz û Mareyê de agahî dan. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyên hêzên wan de 3 çete hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li Efrîn û herêma Şehbayê yên li dijî hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê berdewam dikin. Hema hema rojane li deverên cuda yên Efrînê hêzên dagirker bi çalakiyên cur bi cur hedef tên girtin û derbên giran dixwin. Di vê çarçoveyê de şervanên HRE’yê li Efrîn, Mare û Ezazê çalakî pêk anîn. Der barê çalakiyên dawî de HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HRE’yê de hat ragihandin ku hêzên wan çalakiyên xwe yên bi bandor ên li dijî hêzên dagirker ên li Efrîn û derdora wê didomînin. HRE’yê diyar kir ku di vê çarçoveyê de hêzên wan di 13’ê adarê de li Efrîn, Ezaz û Mareyê 3 çalakiyên hemwext li dar xistin.

Li Kîmarê çalakî

Daxuyaniya HRE’yê bi van daneyan domiya: “Di 13’ê adarê de şervanên me li dijî noqteyeke koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat ku li gundê Kîmarê yê bi ser navçeya Şêrawa ve bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Nasnameyên 2 çeteyên birîndar bûn wiha ne; Xalid El Muhamî û Newaf El Zubî.”

Çalakiyên sûîqestê

HRE’yê destnîşan kir ku di 13’ê adarê de jî şervanên wan çalakiyeke sekvaniyê li dijî çeteyên ku li herêma derdora Ezazê bûn pêk anîne û di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 13’ê adarê de şervanên me li derdora gundê Mare li dijî çeteyekî dewleta tirk a dagirker çalakiya sekvaniyê pêk anî. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar