Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li Êlihê gelek jinên HDP’î hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Êlihê û aktîvîstên TJA’yê ku dixwestin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyê bidin, binçav kirin

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li Kolana Hunerê ya Êlihê daxuyaniyekê bidin. Polîsan beriya daxuyaniyê kolan dorpêç kirin. Polîsan bi hinceta ‘Biryara qedexeyê ya walîtiyê heye’ destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn. Jinên HDP’î dowîzên navên jinên hatine qetilkirin danîn erdê û polîsan jî dowîz kom kirin.

Li ser astengkirina polîsan jî jinên HDP’î ber bi avahiya partiya xwe ve meşiyan. Jinan di meşê de dirûşma ‘Zext nikarin me bêzar bikin’ berz kirin û helwesta polîsan şermezar kirin. Di vê kêliyê de polîsan derdora jinan girt û wekîla hevserokên HDP’a Êlihê Gulcemal Erdînç, aktîvîstên TJA’yê Derya Arslan, Sîdar Onat û Guler Oran jî di nav de herî kêm 10 jin binçav kirin.

Polîsan jinên ku binçavkirin derbasî Midûriyeta Polîsan a Êlihê kirin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar