Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Li Ewropayê dagirkeriya tirk tê protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Ewropayê daketin qadan êrîşên dagirker ên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Gelên li Ewropa û Rojhilata Navîn dijîn ku bi xurtî tevlî çalakiyan dibin daxwaza rawestana êrîşan kirin.

Êrîşên dagirker ên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bremen ê Almanyayê bi girseyî hate protestokirin. Li pêşiya gara trenê ya navenda bajar çalakî veguherî mîtîngekê. Tevgera Jinan a Suryan, parlementerên Partiya Çep a Eyaleta Bremen û endamên Meclîsa bajarê Bremenhafenê jî tevlî çalakiyê bûn.

Li ser banga Însyatîfa Parastiya Rojava ya Olberhaûsenê dagirkeriya dewleta tirk a li ser Rojava bi tevlîbûna sedan kesî li pêşiya gara trenê ya navenda bajar hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Franfûrt a Almanyayê di saetên şevê de li qada Haûptwacehê hatin ba hev êrîşên dewleta tirk protesto kirin. Di meşê de ATÎK, Komeleyên Elewî, komên tirk û alman jî cihên xwe girtin.

Kurdistaniyan li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî daketin qadan û dagirkerî protestokirin. Îro jî kurdistaniyan mîtîngek kirin û bang li welatên Rojavayî kir ku bikevin tevgerê.

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komeleya Jinan a Zîn 39 rêxistinên civaka sivîl ku 9 partiyên siyasî jî di nav de li Qada Repûblîqeyê hatin ba hev dagirkerî şermezar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar