Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Ezaz, Mare û Efrînê 5 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Mare, Ezaz û Efrînê hêzên artêşa tirk û komên çete hedef girtine. HRE’yê daxuyand ku di van çalakiyan de 5 leşker û çete hatine kuştin û gelek çete û leşker jî birîndar bûne

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê, li Ezaz, Mare û Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di 29’ê hezîranê de li derdora Mareyê li dijî komeke çeteyan çalakiya sabotajê pêk anîne û di encamê de çeteyeke hate kuştin, 3 çete hatin birîndarkirin û wesayîteke bi cureya Van jî hate rûxandin.

Di berdewamê de jî HRE’yê daxuyand ku hêzên wan di 2’yê tîrmehê de li gundê Meryemîn ê Şera ya Efrînê li dijî 2 nuqteyên leşker û çeteyên dewleta tirk çalakî pêk anîne. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de her du noqte hatine rûxandin û 2 çete ku yek ji wan leşkereke tirk bû, hatine kuştin. Her wiha 2 leşkerên tirk jî birîndar bûn.

Daxuyaniya HRE’yê wiha bi dawî bû: “Di 2’yê tîrmehê de hêzên me li derdora gundê Kefer Xaşir ê Ezazê kêmîn danîn û koma çete ya Lîwa El Şîmal hedef girtin. Di encama şerê di navbera hêzên me û çeteyan de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Di dema şer de komeke çete xwest ku alîkariyê bidin çeteyên di şer de. Lê hêzên me mayînek bi wesayîta wan ve teqand. Di vê teqînê de wesayît hate rûxandin û 7 çete jî birîndar bûn. Ji çeteyan rewşa hinekan girane. Di 2’yê tîrmehê de jî di navbera hêzên me û komên çete de li derdora Mareyê şer derket. Encama şer nehat zelalkirin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar