Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li Gabarê 8 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Gabarê li dijî leşkerên tirk ên derketin operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 8 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 21 û 22’ê adarê yên li herêma Gabarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “21’ê adarê saet 07:00 artêşa tirk a dagirker li qada Sipiviyan a herêma Gabarê ya Şirnexê bi balafirên bê mirov û helîkopterên êrîşê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên me heman rojê saet 17:00 li yekîneyeke operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya operasyonê hate xistin, 2 leşker hatin kuştin.”

Di berdewamiya daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin gotin: “22’ê Adarê saet 16:45’an hêzên me yên YJA Starê li dijî navenda koordîneya operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî 2 çeperên dijmin hate lidarxistin û di encamê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist. Saet derdora 20:00 jî neçar ma xwe ji herêmê vekişîne. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar