Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Girê Spî 40 çete hatin kuştin

Hêzên dagirker ên ku dixwazin bikevin rojavayê Kurdistanê derbên giran dixwin. Hat zanîn ku di pevçûnên li gundê Yabis ê Girê Spî de 40 çete hatin kuştin. Li Serêkaniyê û Kobanê jî şervanan derb li hêzên dagirker dan

Şer û pevçûnên di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li seranserî sînorê rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hat zanîn ku di encama pevçûnan de gelek çete hatine kuştin û dagirkeran derbên giran xwarin.

Yek ji qadên ku şer lê giran bûyî jî gundê Yabis ê Girê Spî ye. Çavkaniyên leşkerî yên girêdayî HSD’ê destnîşan kirin ku hêzên wan bersivên tund dan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Yabisê. Çavkanî bi lêv kir ku di encama bersivên hêzên wan de bi qasî ku hatiye zelalkirin, 40 çete hatine kuştin.

Êrîşa li ser Um Hicêrayê hate şikandin

Her wiha hêzên dagirker hewl dan ku bikevin bajarokê Til Helef a dîrokî û gundê Um Hicêra yê li nêzî herêma pîşesaziyê ya Serêkaniyê. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê bersivên tund dan û şerekê giran qewimî. Li gorî agahiyan, di encama bersivên şervanan de êrîşên dagirkeran ên li ser gundê Um Hicêrayê hatin têkbirin. Di danê sibehê de jî şervanan êrîşên li dijî herêma pîşesaziyê têk biribûn.

Li Kobanê gund hatin topbarankirin

Li hêla din hêzên dagirker gundên Sêlim û Boban ên li rojavayê Kobanê hedef topbaran kirin. Li rojhilatê Kobanê jî hêzên dagirker gundên Elî Şar û Bozik topbaran kirin. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê du bargehên artêşa tirk a dagirker ên li ser sînor hedef girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar