Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

Li Girtîgeha Aksarayê 2 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, di 17’ê tîrmehê de 3 girtiyan li dijî ferzkirina jimartina li ser pêya girtiyên bi navê Bişar Bîlen, Mûhammed Fatîh Bîngol û Ûmît Temûr, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Greva van her sê girtiyan di roja 9’an de didome. Duh roja înê girtiyên bi navê Bahattîn Çelebî û Îhsan Taşdelen jî tev li çalakiyê bûn.

Girtî Bişar Bîlen ê ku grevê ye bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala rewşa wan kirin. Bîlen diyar kir ku gef û şantajên li dijî wan didomin û wiha got: “Em 5 girtî di grevê de ne. Me kirine hucreyên yekkesî û destûr didin ku em rojê tenê saetek derkevin hewa girtinê. Li gel ku em heta niha gelek caran hatine derpkirin jî raporê derpkirinê nadin me. Bijîjkê girtîgehê ji me re dibêje ku ew ne mecbûr e tiştên ku em dibêjin bawer bike û rapor nade me. Li gel ku me giliya wî kiriye jî ev bijîjk hê jî li girtîgehê peywirdar e.”

Bîlen destnîşan kir li gel ku ji rêveberiya girtîgehê re ragihandine ku di grevê de ne jî her roj ji wan re xwarinê tînin û datînin ber derê kogûşê û ev tişt anî ziman: “Ev xwarin bi saetan li ber derî dimîne. Divê heyetek bê vir. Ji ber ku nû ye li vê girtîgehê pirsgirêk hene. Hiqûq tune tê hesibandin. Ji ber stranên kurdî lêpirsîn tên vekirin û bi mehan destûr nedan hevdîtinê. Meşa leşkerî tê ferzkirin. Gardiyan provakasyonan derdixin û bi kêfî nêzî jimartinê dibin. Jimartina li ser pêyan ferz dikin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar