Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Li Girtîgeha Şakranê kiryarên 12’yê Îlonê

Li Girtîgeha Jimara 1’an a Girtîgeha Şakrana li navçeya Alîaga Îzmîrê gardiyanan xwestiye qawîşên 6 girtiyan biguherînin. Girtî li dijî vê derketine. Gardiyanan li girtiyan daye û cilên wan derxistine. Hat zanîn ku ji ber lêdanê laşê girtiyan reş û şîn bûye.

Ji girtiyan Bariş Îldem tiştên qewimîne bi rêya telefonê ji xwarziyê xwe Kadrî Suer re vegot.

Suer da zanîn ku xalê wî jê re gotiye ji ber cih guhertinê gardiyanan êrîşî wan kiriye û enî û milê xalê wî birîndar bûye û hestiyê çena wî cih hatiye derxistin û xalê wî bi zehmetî axiviye.

Sure diyar kir ku xalê wî gotiye girtiyên din jî bi halê wî ne û di kêliya gardiyanan li wan daye ji girtiyan xwestine bi dengê bilind bêjin “Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez tirk im (Ne mutlu Türküm diyene).”

Suer got ku xalê wî ragihandiye ku ji ber ku wê gotinê qebûl nekirine gardiyanan hin bêtir li wan daye û ji bo raporê xwestine biçin nexweşxaneyê lê bes sewqa wan çênekirine û da zanîn ku xalê wî gotiye niha ew 13 kes di qawîşek 3 kesî de dimînin.

Parêzerê Îldem, Sûat Çetînkaya jî diyar kir ku ew ji malbatê haydar bûye ku vê muameleyê anîne serê miwekîlê wî û ew ê têkildarî mijarê gilî bike.  MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar