Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Girtîgeha Sîlîvriyê 107 girtî bi vîrûsa koronayê ketin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî serdana 22’yê gulanê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kirin.

Di raporê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 7 a Tîpa L ya Sîlîvriyê, bi 5 girtiyan re hatiye axaftin û hatiye gotin ku li qawîşekê 38 kes tên hiştin û pirsgirêkên kuxikê hene. Di raporê de hate ragihandin ku di heman girtîgehê de 15 qawîş di karantînayê de ne û 107 girtî jî bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine.

Tevdîrên baş nehatine girtin

Bi domdarî jî di raporê de hat aşkerakirin ku girtî nikarin bi hêsanî malzemeyên paqijiyê yên şexsî peyda bikin û girtî 2 meh in dernaxînin revîrê û rojnameyan jî nadin wan. Di raporê de hat destnîşankirin ku hin gardiyan maske û lepikan bi kar nayînin, dermankirin û dezenfektekirin bi têrkerî nehatiye kirin, guhertina qawîşan kiriye ku vîrûs belav bibe û nikarin xwe bigihînin bijîşkan.

Di raporê de hate gotin ku girtiyên bi navên M.F.Ç. û A.K. ji roja ku hatine girtin heta niha, 80 roj in li hucreya yek kesî têne hiştin û parêzer nikarin bi hêsanî hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin.

Pêşniyarên saziyan

Rapor bi van pêşniyar bi dawî dibe: “Divê malzemeyên paqijiyê radestî girtiyan bên kirin, bi têrkerî paqijî bê kirin, girtiyên nexweş, extiyar, bi zarok û ducanî bên berdan, pêşniyarên TTB’ê li ber çavan bên girtin û raya giştî bê agahdarkirin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar