Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Girtîgeha Sîlîvriyê testa Covîd-19 a 2 girtiyan pozîtîf derket

Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê testa vîrûsa koronayê (Covîd-19) a 2 girtiyên siyasî pozîtîf derketiye. Di heman demê de hat ragihandin ku di 3 girtiyan de jî nîşaneyên şewbê hene.

Der barê mijarê de seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û ev agahî dan: “Xizmekê girtiyê bi navê M.A. yê ku li girtîgeha Sîlîvriyê dimîne bi telefonê li me geriya û hin agahî dan me. Li gorî agahiyên malbatê, testa Covîd-19 a girtiyên bi navên Z.S. û H.P. pozîtîf derketine. Li şûna ku bixin karantînayê, veguhestine qawîşên wan.”

Bi domdarî jî Yolerî da zanîn ku piştî ku girtî S. û P. dixin qawîşan, girtiyên bi navên N.B. û H.U. ku nexweşiyên wan ên kronîk hene jî di bêhngirtin û bêhndayînê de zehmetî kişandin û wiha domand: “Her wiha germa laşê girtiyê bi navê M.F.E. jî zêde bûye û dikuxe. Fikara me ew e ku ev girtî bi şewbê ketibin. Hêj testa van 3 girtiyan nehatiye kirin. Ev agahî hêj nehatiye piştrastkirin. Em bang li rayedaran dikin ku bergiriyên lezgîn bigirin.”

Hat îdiakirin ku girtî Z.S. ku testa wî pozîtîf derketiye, yek ji çalakvanên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar