Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li girtîgeha Tarsûsê girtî hatin îşkencekirin

Girtiyên li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa T ya Tarsûsê da zanîn ku gardiyanan bi ser qawîşên wan de girtine û îşkence li wan kirine. Têkildarî mijarê zêdetirî 100 girtiyan li wezareta dadê û Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê giliyê gardiyanan kir

Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê parêzer Îbrahîm Kaya, di 21’ê hezîranê de li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa T ya Tarsûsê hevdîtin bi muwekîlên xwe re kir. Kaya da zanîn ku muwekîlên wî anîne ziman ku piştî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bûy, gardiyan bi zext û zorê bi ser wan de çûne û îşkence li wan kirine.

Kaya diyar kir ku girtiyan got; ‘Ji ber ku me tecrîd şikand û mafên xwe bidest xistin, ev îşkence li me tê kirin. Gardiyan vê serkeftinê hezm nakin û me îşkence dikin.’ Kaya bi lêv kir ku herî dawî di 20’ê hezîranê de gelek gardiyanan avêtine ser qawîşê û bi postalên xwe pêl nivînên girtiyan kirine.”

Girtî birin cihê bê kamera û gef lê xwarin

Di berdewamê de jî Kaya destnîşan kir ku ji ber girtiyê bi navê Umît Tamûr li hemberî vê yekê derketiye, gardiyanan ew îşkence kiriye û wiha domand: “Gardiyanekî gotiye ‘Zilamê vir ez im, ez dewlet im û çawa bixwazim dê wisa bikim…’ Li ser vê nîqaşê, 30-40 gardiyanan avêtine ser qawîşê. Di serdegirtinê de serê Tamûr li derenceyê xistine û bi pêhnan lê dane. Piştre jî bi erdê re kaş kirin û birin cihekî ku kamera lê tune. Gardiyanan ji Tamûr re gotiye; ‘Gavek berê tu di axivî lê tu çima niha naxivî?’ Ev pêkanîn li ber çavên sergardiyan pêk hatin.”

Serlêdana sûc

Di dawiyê de jî Kaya ev tişt anî ziman: “Ev êrîş, êrîşeke plankirî û sîstematîk e. Piştî vê bûyerê muwekîlên min jî di nav de, nêzî 100 girtiyan li wezareta dadê û Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê giliyê gardiyanan kir. Em ê şopdarên bûyerê bin. Ji bo ku ev gardiyan bên darizandin, çi ji destê me bê em ê bikin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar