Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li girtîgeha Xarpêtê 20 gardiyanan êrîşî 4 girtiyên jin kir

Zext û binpêkirinên dewleta tirk ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li ser girtiyên siyasî bênavber didomin. Têkildarî mijarê girtiya bi navê Remziye Karadag ku li qawîşa C-a ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê dimîne, bi rêya telefonê agahî dan.

Karadag da zanîn ku di 12’ê gulanê de komeke gardiyanan ku ji 20 kesan pêk dihat, êrîşî wê û 3 hevalên wê yên li qawîşê kir. Karadag diyar kir ku tevî ku dema wan a bêhnstendinê bi dawî nebûbû jî, gardiyanan ew bi zorê xistin odeyê û dema ku li dijî vê binpêkirinê derketin jî hatine derbkirin.

Bi domdarî jî Karadag ev agahî dan: “Ji ber lêdanê laşê min werimî ye. Lê tevî vê jî em nebirin nexweşxaneyê û rapor nedan me. Gardiyan ji bo êrîşî girtiyan bikin hatine perwerdekirin. Dibe ku di demekî nêz de êrîş zêdetir bibin. Em bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan dikin ku li hemberî girtîgehan bi hestiyar tevbigerin.” XARPÊT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar