Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li Girtîgeha Yozgatê faşîzm tê meşandin

Di rapora têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê de hat diyarkirin ku gelek caran tehliyeyên girtiyan hatine taloqkirin, aqûbeta daxwaznameyan nayê zanîn û girtiyan nabin revîrê.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku 7 girtiyên nexweşiya wan giran hene û rêveberiya girtîgehê sepanên keyfî dixe meriyetê. Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku li girtiyên dema wan a berdana bişert hatiye zexta “poşmantiyê” tê kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tehliyeya girtiyên derbasî qawîşên serbixwe dibin bi hinceta “Hûn ji dil nînin” tên taloqkirin.

Li gorî agahiyên di raporê de; tehliyeya Adnan Ozbey ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn bi hinceta “nebaşhalî” 2 caran ji bo 3 mehan û carekê jî 6 mehan hate taloqkirin. Tehliyeya Sînan Sutpak ê cezayê xwe yê muebbetê temamkirî jî bi heman hincetê 5 caran ji bo 3 mehan hate dirêjkirin. Tehliyeya girtî Ersîn Somer jî 2 caran ji bo 6 mehan û 5 caran jî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku aqûbeta daxwaznameyên girtî ji bo rayedaran dinivîsin nayê zanîn û qeyda ewraqê û û hejmara daxwaznameyan nadin girtiyan. Serlêdanên girtî ji bo aqûbeta daxwaznameyan dikin jî bi mehan piştre tên bersivandin.

Bi domdarî di raporê de nêrînên girtî Hakan Abî hatin parvekirin. Abî wiha dibêje: “Ji me re dibêjin ‘hûn giliyê me dikin lewma em daxwaznameyên we nadin.’ Sepanên keyfî di lûtkeyê de ne. Weke mînak; tehliyeya min 4 caran ji bo 3 mehan, carekê jî ji bo 6 mehan bi giştî salek û 6 mehan taloqkirin.”

Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyan nabin revîrê. Hat zanîn ku ji bo girtî biçin revîrê rêveberî ji wan daxwaznameyan kom dike û jê re hatiye gotin ku di her roja înê ya hefteya duyemîn a mehê de dê wan bibin revîrê lê ev zêdetirî 3 meh in nehiştine tu girtî biçin revîrê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar