Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

‘Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rûmeta mirovahiyê hene’

Navenda Nûçeyan |

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê binpêkirina mafan a li girtîgehan kire rapor. Diyar kir di 4 mehan de li dijî rûmeta mirovahiyê binpêkirin zêde bûne. ÎHD’ê her wiha got girtiyên ku testên wan pozîtîf derketine zêde bûne.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê binpêkirinên di 4 mehên dawî yên li girtîgehan kire rapor. Rapor ji hêla rêveberê şaxê Bariş Işik ve hate xwendin. Işik destnîşan kir ku di van 4 mehên dawî de li girtîgehên tîpa F ên Buca û Kiriklarê, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya bi Tîpa T a Hejmar 1, 2, 3 û 4’an, Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Îzmîrê, ya tîpa T a Odemîşê û ya tîpa R a Menemenê binpêkirinên mafan zêde bûne.

Işik daxuyand ku li van girtîgehên navborî girtiyên ku testên wan ên Covîd-19’ê pozîtîf derketin zêde bûne û li hêla din di çar mehên dawî de rêbazên zext û zordariyê û li dijî rûmeta mirovahiyê li van girtîgehan zêde bûne.

Bi domdarî jî Işik ev çend daxwaz wiha rêz kirin:

“*Serlêdan û gilî beriya ku bên sînorkirin divê bigihijin ber destê saziyên têkildar. Divê mekanîzmayên edlî û îdarî jî ji bo van serlêdan û giliyan lêpirsîneke çalak birêve bibe.

* Rêveberiyên girtîgehan jî divê der barê şertên fîzîkî û muameleya ku tê kirin kontroleke karîger a îdarî û darazî bike û mafê girtiyan ku bikaribin bi malbat û cîhanê re têkilî deynin asteng neke.

* Divê girtiyan bişînin deverên nêzî malbat û parêzerên wan.

* Sînordarkirinên li ser rojname, kovar, radyo, name, pirtûk û hwd. werin rakirin, astengiyên kêfî yên li ser hevdîtin, nivîsîn û parastina bi zimanê dayikê were rakirin.

* Dema ku li ser girtiyan tê sehkirin divê ev ne li dijî rûmeta mirovahiyê be.

* Divê cezayên disiplînê ne li dijî mafê mirovahiyê bin. Divê atmosfera îşkenceyê ya li ser girtiyan were rakirin û girtî bikaribin layiqî rûmeta mirovahiyê bijîn.

* Divê şandeyên neteweyî û navneteweyî bi rehetî bikaribin girtîgehan kontrol bikin.

* Em dixwazin ku personelên tibî û bijîşk perwerdehiya Protokola Stenbolê bistînin, tecrîda li ser girtiyan were rakirin, astengiyên li ser aktîvîteyên sosyal û çandî were rakirin.

* Di pêvajoya pandemiyê de divê guh bidin pêşniyarên Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO).”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar