Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Heftanînê 3 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê di 27'ê hezîranê de çalakî li dar xistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin. Çalakî ji bo bîranîna Şehîd Zîlan hat lidarxistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

Hêzên me yên YJA Starê roja 27’ê hezîranê saet di 08:30’î de li qada Keşanê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Koxê Mele Yehya çalakî kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hat tespîtkirin kozikek bi temamî hat rûxandin û 3 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Ev çalakiya bi bandor ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin, ji bo bîranîna salvegera şehadeta fermandara me ya fedayî hevrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) hat kirin.

Têkildarî liv û tevgera dijmin a li herêmên Avaşîn û Zapê;

29’ê hezîranê saet di navbera 20:40 û 23:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Banîsta, Mam Reşo, Girê Spî, Sîlsîleya Girê Sor geriyan.

28’ê hezîranê saet di navbera 13:30 û 14:00 de li herêma Zapê balafiran bombe li qada Sîdayê barandin.

29’ê hezîranê saet di 21:00 de li herêma Zapê qada Çemço bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hat bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar