Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Li Heftanînê çalakî: 5 leşkerên tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Girê Konferansê ya Mezin a Heftanînê çalakî pêk anî. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Heftanînê li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker çalekiyek pêk anî.

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, di 29’ê mijdarê saet di 13.00, saet di 14.00 û saet di 15.30’an de li dijî hêzên artêşa tirk a dagirker ên li Girê Konferansê ya Mezin çalakî pêk anîn.

Di berdewamê de jî HPG’ê daxuyand ku di çalakiyê de hêzên wan derbên giran li stargehên leşkerên tirk û kepçeyekê xistine û wiha domand: “Di encama çalakiya hêzên me de 5 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar