Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Li Heftanînê herî kêm 3 dagirker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li Heftanînê di çalakiyeke sabotajê de 3 dagirker hatine kuştin û wesayîteke leşkerî hatiye îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahiyan parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

27’ê tebaxê saet di 10:00 de li qada Şehîd Kendal li dijî wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Reo ku li cihekî navbera qadên Deriyê Dawetiye û Girê Şehîd Rênas di rê de bû, hêzên me bi rengê sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û wesayît tevî cebilxaneya tê de hat îmhakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê;

28’ê tebaxê saet di navbera 10:30-02:30’î de qada berxwedanê ya Werxelê bi gazên jehr û teqemeniyan hat bombekirin.

29’ê tebaxê saet di navbera 03:00-09:20’î de artêşa tirk a dagirker bi gazên bi jehr û balafirên şer bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker bêyî ku encamê bi dest bixin vekişiyan.

Liv û tevgera droneyan û balafiên keşfê ya li ser qadên berxwedanê dewam dike.

28’ê tebaxê saet di navbera 23:15-00:45’an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Sor, Girê Spî, Girê Silêman, Mervanos, Tabûra Ereban geriyan. Li quntara Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Elî yên li qada Stûnê û Werxelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

28’ê tebaxê saet di navbera 22:00-01:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Hirorê, Dêşîşê, Derarê, Kêste û Seraru, qadên Girê Koordîne, Girê Zendûra, Girê Şehîd Çiya bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

28’ê tebaxê saet di 18:30’î de li herêma Zapê gundê Kêlê yê li qada Sîdayê ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obusan hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar