Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Hesekê 2 bazirganên çek û madeyên qedexekirî hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê du kesên ku bazirganiya çek û madeyên qedexekirî dikirin, girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku du roj beriya niha li Hesekê 2 bazirganên çek û madeyên qedexekirî ji hêla hêzên wan ve hatine girtin.

Têkildarî mijarê endamekî rêveberên Buroya Sûcên Birêxitinkirî ya Hesekê agahî dan û da zanîn ku bazirganek li nêzî bajarokê El Xizûm hatiye girtin. Endamê buroyê diyar kir ku vî kesî bazirganiya çek û cebilxaneyê dikir û ruxseta wî nebû. Bi vî kesî re her wiha 3 çekên kalaşnîkov, 1 bombekşin, 1 sonbala misrî û her wiha 5 jarjor hatin desteserkirin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku bazirganekê ku bazirganiya çek û madeyên qedexekirî dikir jî li taxa El Telayî ya Hesekê hatiye girtin. Bi vî bazirganî re jî 133 guleyên kalaşnîkovê, 100 kg ji madeya hişbirê, 30 libên bîgobalîn, 145 libên kabîtîkol, 1 lib zûlam, 2 bombeyên destan, mêzîna ji bo madeyên hişbirê, du pakêt û kîsên vala ji bo madeyên hişbirê hatine desteserkirin.

Her du bazirgan ji Komîteya Îdia û Lêpirsînê hatin veguhastin da ku der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar