Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Hesekê sê teqîn pêk hatin

Komên çete îro li Hesekê sê teqînên cuda pêk anîn. Hat zanîn ku di encama teqînan de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû û ziyanên madî çêbûn

Li Hesekê îro sê teqîn pêk hatin. Li gorî agahiyan, teqîna yekemîn saet di 09.45’an de li nêzî çerxerêya El Meşheme ya li taxa Salihiyê ya Hesekê pêk hat. Hat zanîn ku di teqînê de motorsîklêteke bombebarkirî hatiye bikaranîn. Ji ber teqînê zirarên madî pêk hatin. Bi rûdana teqînê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn dor li cihê bûyerê girt û dest bi lêkolînê kirin.

Demek pir kurt piştî teqîna yekemîn angot saet di 10.20’an de vêcarê jî li nêzî qiraxa Mesakînê ku bi qasî sed metreyan nêzî cihê teqîna yekemîne, bi motorsîklêteke bombebarkirî teqîneke din rû da. Di vê teqînê de jî tenê zirarên madî çêbûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dor li cihê bûyerê girt û bang li şêniyên herêmê kir ku ji cihê teqînê dûr bikevin.

Komên çete piştî her du teqînên destpêkê, piştre jî bi motorsîklêteke bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya tirênê ya li taxa Kelas a Hesekê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundrîn birîndar bûye.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku 20 roj berê jî li nêzî çerxerêya El Meşheme ya taxa Salihiyeyê bi motorsîklêteke bombebarkirî teqînek pêk hatibû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar