Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li Hindistanê kampanya dijminatiya li jinên misilman

Hindistan vê hefteyê li ser înternetê bi kampanyeyeke metirsîdar a îslamofobî hejiya. Di bernameyeke înternetê de jin ji bo firotinê hatin pêşkêşkirin

Hindistan vê hefteyê li ser înternetê bi kampanyeyeke metirsîdar a îslamofobî hejiya. Li malpera înternetê ya bi navê Bulli Bai wêneyên 100 jinên misilman hatin weşandin û pêşkêşî firotinê hatin kirin. Malper hat girtin.

Hat ragihandin ku bi rêya vê bernameyê hat xwestin, jinên misilman ên naskirî bên biçûkxistin. Ji xwe gelek ji jinên ku wêneyên wan hatin weşandin aktîvîst, parêzer, pîlot û rojnameger bûn.

Ji rojnamegerên ku bû hedef Sayema Rahman got ku ew bi navê yên bindest diaxivin, li dijî bêedaletiyê têdikoşin û diyar kir ku ev yek kampanyeyek ji bo bêdengkirina wan e.

Hikûmet teşwîq dike

Jin ne cara yekem e ku dibin hedefa êrîşeke bi vî rengî. Di meha tîrmehê de heman sîstem li dijî 80 jinan hatibû bikaranîn. Vê carê jî bernameya bi navê Sulli Deals hatibû bikaranîn. Tevî ku gilî hat kirin jî yên ku ketin nava hewldaneke wiha nehatibûn tespîtkirin û binçavkirin.

Misilman nerazîbûnê nîşan didin ku li Hindistanê bi têrkerî li dijî îslamofobî têkoşîn nayê meşandin û polîs û rayedar bi xweşbînî nêzî hewldanên bi vî rengî dibin. Neteweperestên hîndû weke berpirsyarên van êrîşan tên dîtin. Ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê jî êrîş dubare dibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar