Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Hong Kongê 800 hezar kes daketin qadan

Çalakvanên alîgirên demokrasiyê îro jî li Hong Kongê daketin kolanan. Li gorî Eniya Welatiyan a Mafên Mirovan ku çalakiyan organîz dike, îro zêdetirî 800 hezar kes tev li çalakiyê bû

Li Hong Kongê çalakvanên ku weke alîgirên demokrasiyê tên binavkirin, bi boneya derbasbûna 6’emîn meha tevgera gel a ku li hemberî siyasetên alîgirê Çînê hatibû destpêkirin, careke din daketin kolanan.

Ji Eniya Welatiyan a Mafê Mirovan ku çalakî organîze kirine Erîc Laî di daxuyaniyê de diyar kir ku 800 hezar kes tev li çalakiyê bûne. Laî da zanîn ku ji meha hezîranê ve çalakiya herî girseyî îro pêk hat.

Ji meha hezîranê heta niha Hong Kong krîza herî giran re derbas dibe. Çalakiyên protestoyî piştî ku hikûmetê li hemberî Çînê pêşnûmeya dersînorkirinê erêkiriye dest pê kirine. Hikûmetê ji ber bertekan di meha hezîranê de ew pêşnûmeye betal kir lê çalakî bi daxwazên hêj berfirehtir dom kir.

Hema hema her rojê çalakî tên lidarxistin û di çalakiyan de li hemberî reformên demokratîk û destwerdanên tund ên polîs, daxwaza lêpirsînê tê kirin. 2 hefte beriya niha ango di hilbijartinên xwecihî yên 24’ê mijdarê de namzetên alîgirê demokrasiyê biser ketibûn.

Hong Kong ku berê mêtîngeha ingilîzan bû, bi şertên ku di serî de xwesertî û pergalekî cuda ya edlî û ewlekirina azadiyên wan bi Çînê re hatibû girêdan. Hong Kong ku li gorî herêmên din ên Çînê xwedî azadiyên berfirehtir e, di wan mehên dawî de çalakvanên ku kolanan vala nakin bi tu awayî naxwazin ku rejîma Çînê serwer bibe. HONG KONG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar