Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Li Îranê êrîş: Kuştî û birîndar hene

Li Îranê li dijî Supayên Qudsê êrîş pêk hat û di encamê de kesek hate kuştin û 5 kes jî birîndar bûn

Li gorî agahiyên ajansên Îranê, komeke çekdar hêzên Baregeha Qudsê ya Mûhafizên Şoreşê  ya dikeve eyaleta Belûcistanê ya li rojhilatê Îranê kirine hedef. Hate ragihandin leşkerek hatiye kuştin, 5 jî birîndar bûne. Hate gotin ku rewşa du birîndaran jî giran e.

Biryargeha Supay Qudsê ya Îranê têkildarî êrîşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrîş weke ‘êrîşeke terorîstî’ tê binavkirin û wiha hat gotin: “Ev êrîş ji aliyê komeke terorîst ve pêk hatiye. Di 40’emîn salvegera şoreşa Îslamî de niyeta dijmin heye ku li herêmê aloziyê çêbike. Di êrîşa li bajarê Nîkşehr a girêdayî eyaletên Sîstan û Belûcistan ên Îranê endamê Besîç (Hêzên Seferberiyê) şehîd bû û 5 kes jî birîndar bûne.”

Hêjayî gotinê ye ku li di salên borî de, çekdarên Belûc li eyaleta Belûcistanê çend çalakî li dijî hêzên leşkerî yên Îranê pêk anîne. Heta niha çend efser û leşkerên Îranê dîl girtine. Her wiha çend caran şerên dijwar di navbera wan û hêzên Îranê de qewimine. Ji çend mehên borî ve û heta niha çend teqîn û êrîş li eyaleta Belûcistanê pêk hatine. Koma bi navê ‘Ceyşî Edil’ berpirsyariya wan çalakiyan digirt li ser xwe.

Eyaleta Belûcistanê yek ji eyaletên herî hejar ên Îranê ne. TEHRAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar