Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Îranê kurdekî bi îşkenceyê hat kuştin

Li Îranê kurdê bi navê Mansûr Salamat, li navenda binçavkirinê ya lê hat girtin, di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Kurdê bi navê Mansûr Salamat ê li navendeke ewlehiyê ya li bajarê Ûrmiye yê rojhilatê Kurdistanê di bin çavan de dihate ragirtin, di encama îşkenceyên lê hatin kirin de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan ên li welat xebatan dimeşînin ve hatin parvekirin Mansûr Salamat ê li gundê Pasan ê herêma Targawar bi hinceta “çeka nêhçîrê pê re heye” hate binçavkirin, di encama îşkenceyê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê li malbata Salamat geriyan û jê re gotin ku ji ber strest û zextê felç derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Salamat ê ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin duh bi şev li gundê wî hate veşartin.

Ji sala serê sala 2023’yan ve li girtîgeh û navendên binçavkirinê yên Komara Îslamê ya Îranê herî kêm 8 kurd di encama îşkenceyê de hatin kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar