Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 1 Mayıs 2025

Li Iraqê heta niha 450 kes hatin kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûn

Çalakiyên li Iraqê yên ji bo guherandina pergalê didomin. Di vê çarçoveyê de ji Bexdayê heta Nasiriye, El Hîlla, Amara, Dîwaniye, Kût û Necefê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Li gorî nûçeya AFP’ê; ji 1’ê cotmehê ve 450 kes hatin kuştin

Li Iraqê ji bo guherandina pergalê çalakiyên protestoyê didomin. Vê yekşemê jî bi hezaran kes li Bexda û başûrê welat daketin kolanan. Li Qada Tahrîrê jî girseyeke mezin hatin ba hev. Roja înê li heman qadê 20 çalakger û 4 polîs hatibûn kuştin.

Çalakgereke jin a bi navê Ayşa ya 23 salî têkildarî êrîşên hêzên hikûmetê axivî û got: “Bi her cure rêbazan dixwazin me bitirsînin lê em ê li Qada Tahrîrê bimînin. Her roj hejmara me zêde dibe.”

Li bajarê Nasiriyeyê jî çalakger hatin ba hev. Şandeyeke eşîrên ji herêmê jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xwendekarekê bi navê Alî Rahîm ji AFP’ê re axivî û ev tişt anî ziman: “Heta rejîm dikeve, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Li bajarên El Hîlla, Amara, Dîwaniye, Kût û Necefê jî çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî bîlançoya ku AFP’ê wergirtiye, ji 1’ê cotmehê heta niha di çalakiyê li Iraqê de herî kêm 452 kes hatin kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûne. BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar